======کلمات زندگی" ؛ "خبر خوب" ؛ "انجیل آهنگ ها" - زبانهای اصلی در ایران صحبت می شود" // "Words of Life"; "Good News"; "Gospel Songs" Major Languages Spoken in Iran / ======
«
»
"Du Rê" - Standarda Kurmancî .mp3
Manage episode 313325003 series 3266611
محتوای ارائه شده توسط Tze-John Liu. تمام محتوای پادکست شامل قسمتها، گرافیکها و توضیحات پادکست مستقیماً توسط Tze-John Liu یا شریک پلتفرم پادکست آنها آپلود و ارائه میشوند. اگر فکر میکنید شخصی بدون اجازه شما از اثر دارای حق نسخهبرداری شما استفاده میکند، میتوانید روندی که در اینجا شرح داده شده است را دنبال کنید.https://fa.player.fm/legal
"The Two Roads"-Kurmanji Standard.mp3 // YÛHENNA 1 - Di Destpêkê de Peyv Hebû1Di destpêkê de Peyv hebû. Peyv bi Xwedê re bû û Peyv bi xwe Xwedê bû. 2Ew di destpêkê de bi Xwedê re bû. 3Her tişt bi wî afirî û bêyî wî qet tu tişt neafirî. 4Jiyan di wî de bû û jiyan ronahiya mirovan bû. 5Ronahî di tariyê de şewq dide û tarî nikare wê binixême. 6Mirovek ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin ku navê wî Yûhenna bû. 7Ew ji bo şahidiyê hat. Ew hat ji bo ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû bi rêberiya wî baweriyê bînin. 8Ew bi xwe ne ronahî bû, lê ew hat ku şahidiya ronahiyê bike. 9Ronahiya rastîn, ewê ku hemû mirovan ronahî dike, dihat dinyayê. 10Ew li dinyayê bû û dinya bi wî afirî. Lê dinyayê ew nas nekir. 11Ew hat mala xwe, lê gelê wî ew qebûl nekir. 12Lê hemûyên ku ew qebûl kirin û bawerî bi navê wî anîn, wî desthilatî da wan ku bibin zarokên Xwedê. 13Ew ne ji xwînê, ne ji xwestina bedenê û ne jî ji xwestina mirov çêbûn, lê ew ji Xwedê çêbûn. 14Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît. 15Yûhenna ji bo wî şahidî kir û bi dengekî bilind got: «Min gotibû: ‹Yê ku piştî min tê di ser min re ye, çimkî ew beriya min hebû.› Yê ku min li ser digot ev bû.» 16Me hemûyan ji xezîna wî kerem li ser keremê stand. 17Çimkî Şerîet bi destê Mûsa hat dayîn, kerem û rastî bi destê Îsa Mesîh hatin. 18Tu caran, tu kesî Xwedê nedîtiye, lê Kurê yekta, Xwedayê ku li ber singê Bav e, wî bi xwe ew da zanîn.
…
continue reading
65 قسمت